Li Vanê parastina tixmên fêkî û sebzeyan

14 tixmên fêkiyan û 5 tixmên sebzeyan dê werin parastin

Li Vanê  parastina tixmên fêkî û sebzeyan

Li Wanê Midûriyeta Daristan û Çandiniyê ya bajêr ji bo parastina fêkî û sebzeyên endemîk ên bajêr, xebatek da destpêkirin. Di çarçoveya xebatê de 14 tixmên fêkiyan û 5 jî yên sebzeyan xistin bin parastinê.

Li bajarê Wanê gelek tixmên taybet ên fêkî û sebzeyan hene.

Lê belê ji ber çêkirina avahiyan êdî hin tixmên fêkî û sebzeyan li ber wendabûnê ne.

Ji bo ku ev tixm wenda nebin, Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Wanê xebatek da destpêkirin.

Di çarçoevya xebatê de 14 tixmên fêkiyan û 5 jî yên sebzeyan ji bo parastinê hatin diyarkirin.

Di nav van de bi taybetî tixmên sêvan hene.

Midûrê Daristan û Çandiniyê yê Wanê İbrahim Görentaş ji bo vê xebatê got, “em dixwazin ev tixmên fêkî û sebzeyan tune nebin.”

Bi vê xebatê dê êdî nifşên siberojê jî bikarin van fêkî û sebzeyên endemîk ên Wanê nas bikin û bixwin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE