Li gundan bi piranî zivistanê sergîn tên şewitandin û li aliyê din tenûr jî bi sergînan tê pêxistin. Li Erdîşa Wanê jî hêj ku nebûye zivistan gundî dest bi çêkirina sergînan dikin. Sergînên ku ji zibilê dewaran çêdibe zivistanê malan germ dike.
Her ku dibe payîz çêkirina sergînan wê dest pê dike.
Li cihên ku heywan dimînin bi erdê ve digirin û piştre bi bêran ew tên komkirin.
Li Erdîşa Wanê jî beriya zivistanê amadehî hene.
Gundî dest bi çêkirina sergînan dikin.
Sergînên ku kom dikin piştre li ber tavê tên ziwakirin.
Piştre jî pê tenûr û sobeyan vêdixin.