Li Wanê nûnerên eşîran hatin bal hev û ser pirsgirêkên civakî axivîn

Komxebat li navçeya Tuşbayê di Salona Konferansê ya Parka 15ê Tîrmehê hat lidarxistin. Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez di vekirina komxebatê da axivî û li ser girîngiya eşîran sekinî.

Li Wanê nûnerên eşîran hatin bal hev û ser pirsgirêkên civakî axivîn

Bi pêşengiya Federasyona Eşîrên Qedîm (KAF) li Wanê komxebat hat lidarxistin û ji herêmên Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê nêzî 400 rîspî û nûnerên eşîran di komxebatê da hatin bal hev û li ser bingeha sosyolojîk a eşîran û cihên wan ên nav civakê sekinîn.

Komxebat li navçeya Tuşbayê di Salona Konferansê ya Parka 15ê Tîrmehê hat lidarxistin. Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez di vekirina komxebatê da axivî û li ser girîngiya eşîran sekinî û wiha got:

"Em dizanin ku çand li herêma me bi rêya eşîran digihêje nifşên nû, lê divê em dinyaya ku pêş dikeve jî fêm bikin. Divê em li ser nîqaş bikin ku em ê nifşa dawîn û eşîran çawa bînin bal hev. Divê em kesên ku dibêjin 'Kesayeta azad, civaka demokratîk' û eşîran weke depoya dengan dibînin û li Enqereyê bazariya wan dikin, ji bîr nekin. Divê em di vê mijarê da kêmasiyên xwe jî bibînin. Divê em zilmên FETOya ku ketibû nav dewletê ji bîr nekin. Lê divê em kesên ku gelê reben bazar dikin jî ji bîr nekin."

Serokê KAFê Rasîm Aslan jî got ku ew ji bo çêkirina bingeha destpêkeke nû civiyan.

Aslan daxuyand ku têgeha eşîrê li erdnîgariya ku ew lê dimînin, rastiya civakî, aborî û sosyolojîk a hezaran salan e û wiha dewam kir, "Eşîrên me şêweyeke rêvebiriyê ya civaka me ye û nabe ku meriv înkar bike. Tişta ku em diparêzin şêweyeke wisa nîne ku meriv çavgirtî xwe pê va girê bide û eşîrperestiyê bike. Berevajoiyê wê divê meriv piştgiriyê bide qencî, xerabiyê nexwaze, parve bike, hezkirinê çêke, rêzê li hev bigre û bibe yek. Eşîr ji bo pêkanîna hizûr û aştiyê hene."

Şaredarê Agiriyê Savci Sayan jî got ku li herêmê eşîrtiyê bi salan e xwe parastiye û tu wextî nayê înkarkirin.

Sayan daxuyand ku di parastina bingeha civakê da eşîr pir girîng in û wiha dewam kir:

"Wexta ku eşîr ji dewrê derkevin, em dizanin ku kêmasî wê xwe bidin der. Ez bangî kesên ku dibêjin 'Eşîr xerab in, eşîran ji vê derê bavêjin.' dikim. Hûn îro dikarin li herêma me pêşiya tefecîtiyê bigirin, hûn dikarin pêşî li ber keç û xortên ku hînî hişbirê bûne, bigirin, hûn kesên ku doza xwînê digerinîn dibînin. Dozên xwînê yên ji ber revandina keçikan digel siyasetmedar û dewleta me hûn dikarin pêşî lê bigirin? Na hûn nikarin bidin sekinandin. Eşîran ev hemû didan sekinandin.

Bi salan e li herêma me teror bûye bela, em ê çawa jê xelas bibin, çareseriya kesekî heye? Heke eşîran serî hildana, bigotana 'Em xwîn û hêsiran naxwazin' ji PKKyê ra îsyan bikirana, ev 40 sal ev xwîn wê birijiya û hêsir wê bibariyana, na. Divê em wekî nûnerên eşîran bibin yek."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE