Li Wanê plaj vebûn

Şaredariya Tuşbayê piştî 2 mehan Plaja Gel a Mollakasim vekir.

Li Wanê plaj vebûn

Tirkiye li gorî pêvajoya asayîbûnê gavan diavêje. Di çarçoveya normalbûnê de wekî gelek cihan hemû plaj jî hatin vekirin. Her wiha Plaja Gel a Mollakasim a li Tuşbaya Wanê jî dîsa ket xizmeta gel.

Tirkiyeyê li dijî vîrûsa koronayê tekoşîneke mezin da.

Piştî tekoşînê jî êdî gavên asayîbûnê tên avêtin.

Di çarçoveya normalbûna jiyanê de biryar hat dayîn ku wekî gelek cihan plaj jî werin vekirin.

Şaredariya Tûşbaya navçeya Wanê jî piştî nêzî 2 mehan Plaja Gel a Mollakasim vekir.

Şaredarê Tuşbayê Salih Akman got,”Me plaja xwe li gorî tevdîrên li dijî şewba koronayê amade kir.”

Şaredariyê ji welatiyan xwest ku li plajê li gorî hişyariyan hereket bikin û nêzî hev nebin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE