Li Xirabreşkê merasîmeke balkêş çêbû

Sakine Avcı û Fahri Tokdemir mehra xwe li Xirabreşkê birîn

Li Xirabreşkê merasîmeke balkêş çêbû

Li qada dîrokî Xirabreşka Rihayê merasîmeke balkêş hat lidarxistin. Bûk û zavayê ku li ber zewacê bûn jı bo mehra xwe bibirin berê xwe dan girê Xirabreşkê û li ser qada qedîm mehra wan hat birîn.

Li qada dîrokî ya Xirabreşka Rihayê, merasîmeke taybet hebû.

Sakine Avcı û Fahri Tokdemirê li ber zewacê, ji bo mehra xwe bibirin hatibûn ser Girê Xirabreşkê.

Li vir di merasîmê de Şaredarê Xalîliya Rihayê Fevzi Demirkol, mehra bûk û zava birî û cizdanê wan ê zewacê teslîmî wan kir.

Zava Fahri Tokdemir got: “Ev der cihekî dîrokî û qedîm e, ji bo ku dîrokê li vir dest pê kiriye, me jî xwest em li vir dest bi jiyana xwe ya nû bikin.

Piştî merasîma mehrê, Şaredar Demirkol bi bûk û zava re li ser qada dîrokî geriya û maketê Xirabreşkê dîyarî wan kir.

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE