Gundê herînkê 30 kîlometre dûrî navçeya Yüksekovaya Hakkariyê ye. Li gundê henîkê bi navê kaniya maran cihek heye. her sal dema hewa germ dibe mar ji xewa zivistanê radibin û xwe didin ber tavê.
Bi hatina biharê re dinya xweş dibe, xweza şîn dibe û gelek heywan ji xewa zivistanê radibin. Ji wan yek jî mar in.
Li gundê Herînkê yê ku 30 kîlometre dûrî Yüksekovaya Hakkariyê ye jî bi navê “Kaniya Maran” cihek heye.
Dema hewa germ dibe bi hezaran mar ji xewa zivistanê radibin û li virê xwe didin ber tavê.
Gundî dibêjin mar her sal vê demê derdikevin, car caran kesên ku nizanin ji maran ditirsin û wan dikujin.
Gundî ji kesên ku ji bo gerê tên vê derê dixwazin bila ji maran netirsin û zirarê nedin wan.