Li Yüksekovayê haziriya zivistanê

Nanê tenûrê çêdikin, dixin sarincokan û mihafeze dikin.

Li Yüksekovayê haziriya zivistanê

Li Yüksekovaya Hakkariyê, haziriya zivistanê dest pê kir. Kevaniyên malê ji niha ve dest bi çêkirina nanê tenûrê kirin. Ew wan nanan dixin poşêtan û ji bo zivistanê, di sarîncokan de mihafeze dikin.

Ev der gundê Hîlhîsê yê Yüksekovaya Hakkariyê ye. Payîz hema bêjin xilas bû û zivistan li ber derî ye.

Kevaniyên gundê Hîlsîsê ji niha ve dest bi haziriya zivistanê kirin.

Ew li malê hevîrên xwe hazir dikin û bi hev re nanê tenûrê çêdikin.

Yek kundan çêdike, yek nên vedike, ya din ê jî li tenûrê dixwe.

Pişt re wan nanan dixin poşêtan û di sarîncokan de, ji bo zivistanê mihafeze dikin.

.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE