Bi hevkariya zanîngeha Şirnexê û ajansa pêşketinê ya dicleyê, projeya turîzma perwerdeyê hatibû destpêkirin. di çarçoveya projeyê de li zanîngehê navenda zanistê hat avakirin. xwendekar li navendê wê li ser mekanîk, feza, sîstemên enerjî û biyolojiyê dersên pratîk werbigirin.
Zanîngeha Şirnexê û Ajansa Pêşketinê ya Dicleyê ji bo xwendekaran projeya turîzma perwerdeyê dan destpêkirin.
Di çarçoveya projeyê de li zanîngehê Navenda Zanistê hat avakirin.
Navend bi beşdarbûna rayedar, siyasetmedar û xwendekaran hat vekirin.
Bi saya vê projeyê xwendekar wê derbarê îlm, zanyarî û zanistan de werin agahdarkirin û dersên pratîk bistînin.
Tê texmînkirin ku heta dawiya salê 2 hezar û 400 xwendekar werin bajêr û navendê ziyaret bikin.