Li Zozanan dema bêrîvaniyê ye

koçerên li zozanên Şên û Qozmeyê dest bi dotina pezê xwe kirin 

Li Zozanan dema bêrîvaniyê ye

li zozanên şênê û qozmê yên Mûş, dinya gelek xweş bû û êdî berxikên mêşinan hinekî mezin bûn. ji ber vê jî li herêmê êdî dema bêrî û bêrîvaniyê ye. berîvan berê xwe didin zonanên rengîn.  

Li Mûşê, zozanên Şênê û Qozmê her sal dibin cih û warê koçeran. 

Îsal jî li her du zozanan gelek koçer bi cih bûn. 

Pezê koçeran za û berxikên wan jî hinekî mezin bûn. 

Ji ber vê jî li zozanên navdar êdî dema bêrî û bêrîvaniyê hat. 

pez zêde ye loma jin bi serê miyan digirin û mêr jî didoşin. 

Koçerên li zozanên herêmê wê nêzî 5 mehan li herêmê bin. 

Piştî hewa sar bibe jî wê dîsa berê xwe bibin cihên xwe germ û deştan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE