Li zozanan eyda remezanê

Li parêzgeha Mûşê bêrîvan di eyd û erefatan da jî derdikevin zozanan û miya didoşin...

Li zozanan eyda remezanê

Li parêzgeha Mûşê bêrîvan di eyd û erefatan da jî derdikevin zozanan û miya didoşin, bê navber kar û barê xwe yê rojane dikin.

Bêrîvan ji bo dotina pêz her roj berê xwe didine bêriyan, li ciyê kerî lê diçêrin û ji malan dûr e pezê xwe didoşin, guh nadine eyd û şahiyan, olama xwe ya her roj dikin.

Leyla Atamana bêrîvan li bajaroka Duzkişlayê ya li ser navçeya Dêrxasê dijî, got serê sibehê piştî ku eyda cînar û malbata xwe bimbarek kirine seba pezê xwe bidoşin bi keleskeya hespan hatine bêriya pêz. 

Atamanê xeberdana xwe wiha domand, "Li vê derê em mast, şîr, penêr û heta her tiştê xwe em bi destê xwe çêdikin. Em tiştên organîk didin zarokan. Em ji jiyana xwe xweş in. Ez heyata li gund pêşniyazî her kesî dikim."

Elif Gurbuzê jî got ku ew li rex şixul û olama malê diçin pezê xwe jî didoşin û bi vî qaydî kêrî mala xwe jî tên û wiha pê da çû, "Ji bo em pezê li mereyê diçêre bidoşin kedeke mezin didin. Em kûz û kûpên şîrdagirtî vediguhêzin bajarokê, bi wî şîrî penêr diavêjin, mast dimeyên, rûnê mala çêdikin û to digrin. Her wiha em van ber û berheman difroşin û pê debara mala xwe dikin." 

Îrfan Erol jî got "Em tevî zarokan hatine dotina miyan. Em bi malbatî li vê derê ne. Piştî nîvro emê herin bajarokê û eyda xwe bidomînin."

Dîroka nûkirinê: 04 Hezîran 2019, 15:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE