li zozanên Agiriyê mozvanan kewarên xwe danîn

Mozvanan kewarên xwe li zozanên Agiriyê yên xwedî florayeke dewlemend danîn

li zozanên Agiriyê mozvanan kewarên xwe  danîn

 Li Agiriyê ku van salên dawîn bi piştgiriya ku tê dayîn va mozvanî berbelav bûye, mozvanên ku zivistanê diçin ciyên germ, ji bo girtina hingivê biqalîte tevî kewarên xwe cardin berê xwe dan herêmê.

Mozvanan bi kamyonan kewarên xwe anîn herêma ku ji hêla flora û çavkaniyên avê dewlemend e.

Mozvan her sal li gorî rewşa hewayê meha nîsanê an jî meha gulanê tên herêmê, li zozan û ciyên nêzîkî çavkaniyên avê konan vedigirin û xebateke dijwar dimeşînin.

Mozvan her wisa her roj şefeqê radibin, bi mozên di kewaran da rind eleqedar dibin ku geş bibin û baş hingiv bidin.

Mozvan ewil kewaran ji dest derbas dikin ku moz tê da rihetiyê bikin. Mozvan her wiha ji bo ku hingivekî baş bigirin, ji malbatên xwe dûr, bêyî teknolojiyê di nava siruştê da serdemekê derbas dikin.

Mozvan Cihan Altin ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, moz mehên biharê ku xweza hişyar dibe, ji nebatên cur be cur polenan berhev dikin.

Altin bal kişand ku li herêmê zivistan pir dijwar derbas dibe, lewma jî ew cotmehê diçin herêmên germ da ku tesîreke neyînî li ser mozan çênebe û wiha dewam kir:

"Ez mozvanê xwemalî me û ji bo hingivê sezona nû, me kewar danîn. Em şev û roj bi mozan ra mijûl dibin. Ji ber vê çendê jî divê em ji karê xwe hez bikin. Hevalên me biharê çarçoveyên kewaran çêdikin ku pêwîstiya sereke ya mozan e, em ê dû ra mûm bi wan va kin. Ji bo ku moz zû û çêtir hêkan bikin em ê mûm amade bikin. Niha hin nebatên beyanî vekirine ku di navê da koringeya beyanî jî heye. Ev nebat ji bo me firsendeke nedîtî ye."

Altin diyar kir ku li herêmê ji ber ku emilandina dermanên kîmyayî û pîşesazî tuneye, hewa paqij e û ev yek jî dike ku hingivê vê herêmê biqalîte be.

Mozvan Bekir Demir jî diyar kir, ew kêfxweş in ku wan dest bi sezona nû ya hingiv kir.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE