Li zozanên bilind eydanî

Li Hekariyê malbatên heywandar li zozanên bilind çûn eydaniya hev

Li zozanên bilind eydanî

 Li Durankayaya bajaroka Hekariyê, nêzîka 20 malbatên heywandar ku ji bo çêreyî çûne zozanên bilindahiya wan bi qasî 2 hezar û 800 raqimî, di binên konan de eyda hevdu pîroz kirin.

Malbatên li taxa Dagsuya girêdayî bajarokê yên ji bo çêreyî heywanên xwe derxistine Zozanên Avexakê yên li quntara çiyayê Karadagê, eyda hevdu li wê derê pîroz kirin.

Li zozanan hemî malbatan, qurban şerjê kirin û goştê ji muhtacên gund re şandin.

Resul Çiftçiyê ji şêniyên zozanan anî ziman ku nêzîka 2 hezar pez li wêderê heye.

Çiftçi destnîşan kir ku malbatên tên zozanan nêzîka 3 mehan dimînin û got, "Li vêderê em ji şîr penîr û nîvişk çêdikin. Yên zêdeyî ihtiyaca xwe jî em difiroşin. Em eyda xwe li zozanan pîroz dikin. Em bi hevre li konan geriyan. Her malekê qurbanek şerjê kir. Em goşt ji kesên muhtac re dişînin."

Adnan Uzum jî anî ziman ku eyda wan li zozanan xweş derbas dibe û kevneşopiya xwe ya pîrozkirina eydê bi komî didomînin.

Zehra Çiftiçiyê jî destnîşan kir ku ew di rojên eydan jî karê xwe nasekinînin û got, "Em bi mehan di pey pez de ne. Em sibehan radibin karê malê dikin. Piştre jî em diçin bêriyê. Îro me qurban şerjê kirin. Em eyda xwe li vêderê derbas dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE