Li Zozanên Feraşînê tena serê xwe dijî

Ev 4 sal in ji Zozanên Feraşînê venagere, di nav berfê de heywanan xwedî dike.

Li Zozanên Feraşînê tena serê xwe dijî

Zozanên Feraşînê di bihar û havînan de geş dibin. Gelek koçer û welatî dema dinya xweş dibe berê xwe didin zozanên bilind. Lê Evdilmenav Aslan ev 4 sal in ji zozanan danagere, Evdilmenav di demên herî dijwar ên zivistanê de jî li zozanan dimîne.

Zozanên Feraşînê zivistanê di bin berfê de dimînin.

Piştî havîn bi dawî dibe, li zozanan kes namîne her kes berê xwe dide deşt û bajaran.

Lewma li cih û warên bilind hewa dikeve bin sifrê heya 30 pileyan.

Lêbelê welatiyek ev 4 sal in ji zozanan danagere, tevî heywanên xwe li zozanên Feraşînê bi cih û war bûye.

Evdilmenav Aslan tevî 30 pez û dewarên xwe vê zivistanê jî wê li zozanan derbas bike.

Di vê dema dijwar de wê 2 hesp û segek jî li Feraşînê hevaltiya Evdilmenav Aslan bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE