Li zozanên Hakkariyê amadehiyên dagêra koçeran dest pê kir

Li Hakkariyê piştî zivistaneke dijwar û helîna berfê koçer derketin zozanan, 4 mehên xwe li zozanan derbas kirin û ji bo dagerê dest bi amadehiyan kirin.

Li zozanên Hakkariyê amadehiyên dagêra koçeran dest pê kir

 Li Hakkariyê piştî zivistaneke dijwar û helîna berfê koçer derketin zozanan, 4 mehên xwe li zozanan derbas kirin û ji bo dagerê dest bi amadehiyan kirin.

Zozanên bilind ên Hakkariyê bi hewaya xwe ya hênik, ava xwe û çêreya xwe va îsal mazûvaniya zêdetir koçeran kir.

Koçerên bajarên wek Siirt, Batman û Şırnakê ji bo ku heywanên xwe li mêrgên û mexelên xweş biçêrînin, berê xwe didin Zozanê Berçelanê ku raqima wê 3 hezar û 300 e. Koçeran li zozanê ji şîrê heywanên xwe kirin mast, rûnê nivîşk û penêr, firotin û pê debara xwe kirin.

Koçer di meha gulanê da derketin vî zozanî û 4 mehan ji teknolojiyê dûr, di nav siruştê da wext derbas kirin. Ji rêwîtiya dagerê ku wê nêzî mehekê dewam bike, koçeran dest bi amadehiyan kir.

- "Em 30 şevan di rêyan da dimînin"

Ji koçerên ku Şırnakê hatine Mahmut Îlçîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ew di meha gulanê da hatin û 4 mehê wan li zozanê derbas bûn.

Îlçîn daxuyand ku heya meha îlonê ew li zozanê heywanên xwe xwedî dikin, ji şîrê wan penêr çêdikin û wiha dewam kir:

"Em li vê derê heywandariyê dikin. Koçertî zehmet e, lê em ji bo xwedîkirina heywanan û debara malê mecbûr in. Koçerên ku ji Siirtê hatine, 2 kîlomêtre dûrî me ne. Her sal gelek kes tê vê zozanê. Ji ber ku herêma me havînê germ e, heywan zehmetiyê dikşînin. Ji ber vê em tînin zozanê. Ev der ji bo heywanan hêniktir û xweştir e. Em ê êdî vegerin. Hatinê em bi erebeyê hatin, em ê vê carê bi meşê herin. Di vegerê da em 30 şevan di rêyan da dimînin. Em her şev li cihekê disekinin, konê xwe vedigrin û sibetirê cardin bi rê dikevin."

Semiye Erdoganê jî got ku ew ji şîrê pez va penêr û zexîreyê digrin û wiha dewam kir, "Em ê heya payîzê pez bidoşin. Em ê paşê vegerin gundê xwe. Penêrê ku em li vê derê çêdikin, em difroşin. Em ê çend roj şûnda konê xwe berhev bikin û vegerin. Em ji bo wê amadehiyê dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE