Liv û tevgera li bazara heywanên qurbanê

Li Mûşê liv û tevgera li bazara heywanên qurbanê zêde bû

Liv û tevgera li bazara heywanên qurbanê

Li Mûşa ku navendeke sereke ya heywandariyê ye, liv û tevgera li bazara heywanan a berî Eyda Qurbanê zêde bû.

Heywandarên li bajêr heywanên xwe yên qurbanê yên ku baş miqatebûn û mezin kirin, sibehê zû birin bazarê.

Li bazara heywanan a ku şaredariyê li tanga Pira Karasuyê vekir, welatî û heywandar ji bo ku di biha da li hev bikin, gelekî hevdu dibin û tînin.

Heywandar Fesîh Yolcu diyar kir ku wî 200 serî pez anî bazara heywanan û wiha got, "Ez nû hatim bazara heywanan. Min hê heywan nefirotine, ez li bendê me. Li gorî par firotin dê çêtir be, ez wisa bawer dikim."

Heywandar Adil Altinay jî wiha got, "Ji eydê ra ma 5 roj. Dewar ji 12 hezar lîreyî dest pê dikin û heya 24 hezar lireyî dertên. Pez jî ji 2 hezar û 500î dest pê dike û heya 5 hezar lireyî dertê. Em li benda mişteriyan in."

Welatî Kutbettin Akin jî diyar kir ku biha li gorî par zêde bûne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE