Lêkolîna li ser zeyta bitiman

Li gorî lêkolîna Zanîngeha Sêrtê zeyta bitiman ji bo hin nexweşiyan derman e

Lêkolîna li ser zeyta bitiman

Enstîtûya Veterîneriyê ya Zanîngeha Sêrtê li ser zeyta kizwanan “bitiman” lêkolîneke zanistî kir. Li gorî encama lêkolînê zeyta bitiman ji bo gelek nexweşiyên çerm û birînan gelek bi fêde ye.

Li herêma Sêrtê gelek darên kizwan hene.

Welatî ji van bitman him sabûn çêdikin, him jî zeyta wan derdixin.

Zanîngeha Sêrtê li ser fêdeya zeyta bitman lêkolînek kir.

Li gorî encama lokînê ev zeytê hanê ji bo nexweşiya çerman û birînan derman e.

Alîkarê Rektorê Zanîngeha Siirtê Prof.Dr. NİHAT ŞINDAK: Me li ser fakulteya xwe li ser zeyta bitmê lêkolînenk kir. Armanca me jî ev bû ku gelê ev zeyt dibe di tedawiyên tibbî de were bikaranîn. Di encama lêkolîna me de derket holê ku zeyta bitman ji bo nexweşiyên çerm û birînan jî gelek bi fêde ye. Her wiha beriya demekê Enstîtûya Patentê ya Tirkiyeyê jî patenta zeyta bitman erê kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE