2 jinên Hakkariyî, li Vanê restorana xwarinên herêmî vekirin. Xwarinên ku li vê loqantê tên çêkirin bi taybetî yên Hakkariyê û hin jî yên herêma rojhilat in. Armanca jinan ew e ku çanda bajarên xwe li seranserê welêt bidin nasîn.
Tirşik, qirîs, doleme, keledûş, aprax, qaburxe û gelek xwarin û tahmên cûda.
Hakkari, bi xwarin û şîvên xwe yên herêmî, bi çanda xwe bajarekî navdar e.
2 jinên Hakkariyî yên bi navê Bûrcû Başak Erîk û Şehzade Erîk, ji Hakkariyê hatin Vanê û xwaringeha xwarinên herêmî vekirin.
Xwarinên ku li vê loqanteyê tên pijandin bi taybetî yên Hakkariyê û hin jî yên herêma rojhilat in.
Armanca jinan ew e ku çanda bajarên xwe ya xwarinê li seranserê welêt bidin nasîn.