Li Çewligê Lîseya Pîşeyê wekî fabrîqeyekê dixebite. xwendekarên lîseyê ji bo dibistanan dolab û mobîlyayan çêdikin. bi keda xwendekar û mamosteyan di sala dawî de bi qasî milyonek û 355 hezar lîre cîro hat kirin.
Him perwerde dibin him hînî pîşe û meslekên xwe dibin.
Xwendekarên lîseyên pîşeyî tevkariyeke mezin didin aboriya welêt.
Li Çewligê jî xwendekarên lîseya pîşeyî ji bo 65 dibistanan mobilya çêkirin.
Di çarçoveya projeya hilberînê ya lîseyên pîşeyî de xwendekarên Çewligî, di sala 2021an de milyonek û 355 hezar lîre cîro kirin.
Xwendekarên ku perwerdeya lîseyê dibînin, wekî hosteyên necar û merengozan jî dixebitin.
Him pere qezanc dikin him jî meslek û pîşeyan hîn dibin.
Wezareta Perwerdeya Netewî dê projeya xwe ya "Di Perwerdeya Pîşeyî de 1000 Hezar Dibistan" li herêmê berfirehtir bike.