Lîstikên berê, zarokên niha

Zarokên Gercûşî di şûna lîstikên li ser înternetê, xar, darqîtik û qilîçanê dilîzin

Lîstikên berê, zarokên niha

Lîstikên zarokan yên berê, ji ber televizyon û înternetê jibîr diçin. Ciwanên gundê Merwaniyê yên Kercosa Batmanê lîstikên ku ji bav û kalan mane hînî zarokan dikin. Zarok bi vî awayî him bi hev re wext derbas dikin him jî çanda xwe diparêzin.

Ji ber înternetê lîstikên berê yên bav û kalan winda dibin û têk diçin.

Zarok êdî di şûna lîstikên bav û kalan de wextê xwe li ser înternetê derbas dikin .

Li bajaran înternet serdest e lê lê li gundan zarok hêj li derve bi hev re dilîzin.

Zarok li bêndera gund li hev dicivin, bi xar û holîkan, bi darqîtik û qilîçaniyê dilîzin.

Malbat û ciwanên gund jî dibêjin zarokên me bi saya van aktîvîteyan him ji hev dûr nabin him jî çanda bav û kalên xwe ji bîr nakin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE