Êma Xecê an jî Êma Sazbend…. Ew di dengbêjiya Semsûrê de hunermendeke bi nav û deng bû. Digel dengbêjên wekî Elî Dorê klamên Nola Şahînê Usivê Bêzkî û Weqasî Kilîgê çêkirin. Dengbêja jêhatî li Entabê wefat kir.
84 sal emir kir û her roja xwe bi kilam û stranên kurdî derbas kir.
Bixwe gelek zêmar gotin, gelek kilam çêkirin û dengbêjên ciwan gihandin.
Êma Xecê an jî Êma Sazbend ji Semsûrê ji qeza Besniyê bû.
Ev demek e mala wê li Entabê bû.
Hûnermenda şareza li ser înternetê jî bi kilamên xwe deng vedabû.
Êma Sazbend xatirê xwe ji vê dinyayê xwest û çû ser heqiya xwe.