Madalyaya piştî 71 salan

Sefareta Koreya Başûr piştî serlêdanê ji gazî Cuma Gök re madalya şand.

Madalyaya piştî 71 salan

Di sala 1950’yî de çû Şerê Koreyê û bû gazî. Lê madalyaya xwe ya gazîtiyê nestand. Piştî 71 salan li ser serlêdana zarokên Cuma Gökê Gaziyê 100 salî, Sefareta Koreya Başûr madalya jê re şand. Waliyê Şanlıurfayê Abdullah Erin bi xwe çû mala gazî ya li gund û madalyaya wî dayê.

Cuma Gökê 100 salî li gundê Kilganê yê Siwêrega Şanlıurfayê dijî.

Di sala 1950yî de beşdarî şerê Koreyê bû û bi gazîtiya xwe vegeriya gundê xwe.

Lê belê madalyaya Cuma ya gazîtiyê nehat dayîn.

Zarokên wî ji bo madalyaya bavê xwe ketin dewrê û serlêdanên hewce kirin.

Herî dawî Sefareta Koreya Başûr ji bo kalê 100 salî madalyaya gazîtiyê şand.

Waliyê Şanlıurfayê Abdullah Erin bi xwe çû gundê gaziyê Koreyê û madalyaya wî dayê.

Him gazî Cuma, him jî malbat û gundiyên wî ji ber dayîna madalyayê kêfxweş bûn.

Cuma Gök niha gelek kal e, 9 kurên wî û 80 jî nevî û nevîçirkên wî hene.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE