Li Bitlisê berf zêde dibare. Vekirin û paqijkirina riyan jî ji ber berfa zêde karekî dijwar e. Hosteyên Bitlisî jî gihîştin hev û makîneyeke kar a ji bo paqijkirinê çêkirin. Hoste dibêje makîneya wan xwemalî ye û li Türkiyeyê tenê ew çêdikin.
Hosteyê wesaîtan ê Bitlisî bi derfet û îmkanên xwe makîneya komkirina berfê çêkir.
Hosteyan jî ji bo karê komkirin û paqijkirina berfê hêsantir bikin li hev kom bûn û makîneyeke taybet çêkirin.
Hoste İbrahim Kuzucu dibêje ji sedî 80yê makîneyê bi derfetên xwemalî hatiye çêkirin û li Türkiyeyê cara ewil wan çêkiriye.
Piştî xebatên dawî wê makîneya kar ji bo xizmeta Bitlisiyan bê şixulandin.