Malbata neçar li benda alîkariyê ye

Ji bo tedawiyê li benda alîkariya xêrxwazan e…

Malbata neçar li benda alîkariyê ye

Mala Ali Tadikê 40 salî li Cizreyê ye. Alî tadîk beriya 2 salan bi nexweşiyeke giran ket û laşê wî ji sedî 98 felç bû. Ji bo tedawîya fîzîk jî pereyekî pir lazim e. Gede û malbata wî, ji bo tedawiyê li benda alîkariya xêrxwazan e…

Ali Tadik ê 40 salî li Cizreya Şırnakê dijî. Tadik, beriya 2 salan bi nexweşiyeke giran ket û laşê wî ji sedî 98 felç bû.

Ji bo tedawiya fîzîk jî pereyekî pir lazim e. Lê malbat feqîr e û dayik Leyla Tadik bi kotekî îdara malbata xwe dike. Hin caran jî cîranên wan alîkariya wan dikin.

Ji ber feqîriyê malbata Ali Tadik nikare wî tedawî bike. Di odeyeke birutubet de Ali tadik û 5 zarokên wî dimînin, lê ev yek ji bo tenduristiya wî ne başe.

Dayik Leyla Tadik, ji rayedar û xêrxwazan dixwaze ku ji bo tedawiya fîzîk alîkariya wan bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE