Mamosteyê bedenê Sermed Aydoğanê Qoserî, piştî ku tayîna wî çênebû berê xwe da zireatê. Wî hezar û 800 şitlên fistiqan, 135 heb jî şitlên zeytûnan danîn.
Sermed Aydoğan ji Qoserê ye. Wî mamostetiya bedene xwendiye.
Piştî ku guhê xwe ji tayînê birî, wî bere xwe da erd û zeviyan, dest bi cotkariyê kir.
Mamosteyê 27 salî, li gundê xwe li ser 80 donimî, hezar û 800 şitlên fistiqan û 135 şitlên zeytûnan danîn.
Malbat û dostên wî jî di vî karî de alîkariya mamoste Sermed kir.