Mamosteyê ku 2 sal berê tayînî gundekî Beytüşşebapê bû, ji jıyana gundiyan pir hez kir; wî jî ji xwe re pez kirî. Mamosteyê ciwan him pê alîkariyê dide xwediya mala xwe jinika pîr, him jî dixwaze tehma jiyana gund hîs bike.
Mamoste Erhan Topuz 2 sal berê tayînî gundê Çemê Heskî yê bi ser Beytüşşebapa Şırnakê ve bû.
Mamosteyê ciwan ji jiyana gund û xelkê vî gundî pir hez kir. Xeyala wî ya mezin jî heywandarî ye.
Mamoste Erhan piştî ku ji ber şewba koronayê dibistan hatin girtin xeyala xwe bi cih anî.
Mamoste Erhan Topuz got: “Bi saya heywandariyê wextê min vala derbas nabe. Di pêvajoya koronayê de her kes hînî teraliyê bû. Lê ez sibehê zû radibim heywanên xwe êm dikim, êvarê diçim axur. Bi vî awayî ez dema xwe derbas dikim û her tist bi rêzê ye."
Ligel pezê xwe alîkariya xwediya mala xwe, jinika pîr jî dike.
Mamosteyê ciwan van rojan bi pêkanîna xeyalên xwe gelek kêfxweş e.
Di vî karî de piştgirên wî yên mezin jî gundî ne.