Adil Aldur ev 43 sal bûn mamostetî dikir û piştî kedeke bi salan teqawid bû. Heval, hevkar û xwandekarên momosteyê kedkar, ew bi kelogirî oxir kirin.
Adil Aldur li gundê Doğançayê yê Midyada Mêrdînê hate dinyayê û 43 salan mamostetî kir.
Bi hezaran xwandekar li ber destê mamosteyê kedkar derbas bûn.
Dibistana Seratayî ya Mustafa Kemal a li Midyadê wekî mala duyem a Mamoste Adil bû.
Midûrê Perwerdeyê yê navçeyê di serî de hemî heval û hevkarên Mamoste Adil li dibistanê kom bûn û ji bo wî merasîmeke taybet li dar xistin.
Dema xatirxwestinê her kes kelogirî bû.