Mamosteya dîreksiyonê ya biyanî

Ev 15 sal in perwerdeya ajotina erebeyan dide jinan 

Mamosteya dîreksiyonê ya biyanî

Li Qosera Mêrdînê jineke romanyayî ya bi navê chrîstîna (krîstîna) leyla kaya ev 15 sal in perwerdeya dîreksiyonê dide jinan. dixwaze di jiyanê de jin li paş nemînin û bi kêrî xwe bên. di heman demê de chrîstîna bûka qoseriyan e. 

Li gorî salên berê jin zêdetir di trafîkê de ne. Jiyana xebatê mecbûr dihêle ku jin jî hînî ajotina erebeyan bibin û bi kêrî xwe bên. 

Chrîstîna Leyla Kaya jî di 1997an de bûye bûka Qoserê. Ji hingê û vir ve ye li Qoserêye. 

Chrîstîna Leyla Kaya ev 15 sal in dersên dîreksiyonê dide jinan. Gelek jin ji ber ku mamosteyên dîreksiyonê mêr in ji wê dersan digrin. 

Di sêrî de gelek bal kişandiye ser xwe. Lê êdî Qoserî hînî bûka xwe bûne û ji wê gelek hez dikin. 

Chrîstîna xanim dixwaze hemû jin li ser lingên xwe bisekinin. Di vê rêyê de jî hewl dide. 

Ji xêynî mamostetiya dîreksîyonê di gelek waran de jî rêberiya jinan dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE