Li Bilîsê, mamosteyên lîseya hunerên xweşik bi alîkariya karsazên bajêr kovareke çandî û edebî derxistin. kovara ku bi temamî ji nivîsên mamosteyan pêk tê, li mekteb û saziyên bajêr hat belavkirin.
Ji bo derxistina kovarekê bi mehan xebitîn.
Û herî dawî gihîştin mirazê xwe.
Li Bilîsê 12 mamosteyên ku di Lîseya Hunerên Xweşik a Ziya Erenê de dixebitin, kovareke bi navê “Aklı Eren” derxistin.
Kovara ku bi piştgiriya malbata Erenê hat derxistin, ji gelek helbest û nivîsên cuda pêk tê.
Kovara ku bi çap û naveroka xwe balê dikişine, li gelek mekteb û saziyên bajêr hat belavkirin.
Mamosteyên ku kovarê derdixin, ji bo hejmara duyem ji niha ve dest bi amadehiyan kirin.