Mamosteyan ew jibîr nekirin

Xwendekarên astengdar karneyên xwe li mala xwe standin

Mamosteyan ew jibîr nekirin

Li Derika Mardinê mamosteyan karneyên xwendekarên xwe belav kirin û ji bo xwendekarên xwe yên astengdarbernameyeke cuda çêkirin. Ayten Alataş û Abdurrahman Erol karneyên xwe ji destê mamosteyên xwe, li mala xwe girtin.

Xwendekaran ji bo nîvê salê karneyên xwe girtin û dest bi betlaneya somestrê kirin.

Mamosteyên ku li Derikê wezîfedar in ji bo xwendekarên xwe yên astengdar bernameyeke cuda çêkirin.

Mamosteyan piştî belavkirina karneyan vê carê jî çûn malên xwendekarên xwe yên astengdar û karneyên wan dan wan.

Ayten Alataş 11 salî ye û Abdurrahman Erol jî 9 salî bû çûn pêşiya mamsoteyên xwe.

Aytenê dixwaze bibe dixtorê fizîk û rehebilîtasyonê ku zarokên wekî xwe sax bike.

Aytenê û Abdurrahman gava karneyên xwe stendin gelek şa bûn. Dê û bavên wan jî ji bo mamosteyan spas kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE