Mamosteyên Miqreya Midyata Mardinê ji bo perwerdeya xwendekarên xwe fedakariyeke mezin dikin. Mamosteyên gund ji xeynî dersên online, mal bi mal digerin û bi ders û pirsgirêkên xwendekaran re mijûl dibin.
Ji bo xwendekar ji dersên xwe nemînin fedakariyeke mezin dikin.
Mamoste û rêvebirên Mekteba Navîn a Miqreya Mîdyadê ji bo berdewamiya perwerdeya xwendekarên xwe vala nasekinin.
Mamosteyên mektebê, ji bo xwendekarên ku amadehiya azmûna LGS’ê dikin mal bi mal digerin.
Di serdanên xwe de him ji wan re test û pirtûkên nû dibin him jî li rewşa wan dinêrin û dersên taybet didin.
Xwendekar ji bo vê fedakarî û eleqeya wan spasî mamoste û rêvebirên mekteba xwe dikin.