Mardînî bi xewa li serê xanî kêf dikin

Li Mardîna ku germahiya hewayê car caran digihîje 44 pileyan û mirovan aciz dike hênik bûn bi rê û rêbazên berê dewam dike. Welatî textekî datînin ser xaniyên ji kevir çêkirî û nivînên xwe diavêjin ser û di bin stêrkan da radizên

Mardînî bi xewa li serê xanî kêf dikin

Welatiyên li Mardîna bajarê dîrokî ya ku gelek şaristanî li ser xwe hewandiye di mehên havînê da herî ji germê aciz in û nikarin bişev di malê da razên nivînên xwe li serê xanî radixin û di bin stêrkan da radizên.

Li bajêr germahî car caran digihîje 44 pileyan û mirov ji bo xwe hînik bikin li rêyên çareseriyê digerin. Heta ji dest wan tê biroj ji malên xwe dernakevin û lê bişev jî nikarin di malên klîma û perwane tê tunin da razên.

Germahiya havînê ji aliyekî va jî bo şêniyên Mardînê bi xwe ra kêfê tîne lewra banên malên ji kevir ên li bin Kelha Mardînê çêkirî dema dibe êvar dibin wek seyrangeh. Welatiyan li ser xaniyên xwe textê bi qasî metreyeke bilindahiya wî heye datînin û li serê, şîva xwe dixwin, çaya xwe vedixwin, civatê dikin û di dawiyê da jî nivînên xwe li serê radixin û di bin stêrkan da radizên.

- "Malên me di bin hezar stêrkî da ne"

Mixtarê Taxa Çûbûkê ya li ser Artukluya navçeya navendî Ferhan Çalhan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bajarê wanê gelek şaristanî li ser xwe hewandiye ji hêla çand û dîrokê va gelek dewlemend û bi nav û deng e.

Çalhan got ku textê li ser xaniyan tê danîn jî ev demeke dirêje wek çandekê di nav şêniyên bajêr da cih girtiye û mehên havînê tunebûna wê ya li ser xanî kêmasiyeke mezine.

Mixtar Çalhan destnîşan kir ku piraniya çêniyên bajêr dema dibe êvar û yan sî dikeve erdê berê xwe didin textê li ser xaniyan û wexta xwe li wê derê derbas dikin û wiha pê da çû: "Dema dibe havîn ji bo me serê xanî û text kêfeke mezine. Piştî esrê herkes berê xwe dide ser xaniyan û li ser textan wextê xwe derbas dikin. Otêlên me yên xwedî 5 stêrkî hene lê malên me jî ji wan kêmtir nînin."

Di berdewamiya axaftina xwe da Çalhan got: "Saetek xewa li ser text bergîdana 10 saetiye. Em serê sibehê di 06.00an da radibin ser xwe. Li ber klîmayê razan xerabe û textên me yên di bin stêrkan da hatine danîn gelek baş û rihet in."

- "Xewa li ser text gelek xweş e"

Ebrar Nîsa Çelîk a ji ber tetîla havînê Stenbolê li pey xwe hiştiye û hatiye Mardînê dibêje ku ew dixwazin van demên hanê li welatê xwe bin û wiha dewam kir: "Em ji hundir zêdetir wextê xwe li serê xanî derbas dikin. Em yan li serê xanî û yan jî li ser texta ne û xewa li ser text jî gelek xweş û şîrîn e."

- "Em li stêrkan mêze dikin û di xewra diçin"

Ji welatiyan Alî Atmaca destnîşan kir ku ew li gelek deveran geriyaye lê ji bo wî Mardîn pir cihê ye û wiha domand: "Cihekî wek Mardînê tuneye. Bi taybetî jî di mehên havînê da ku mirov li ser xaniyan radizê gelek xweş e. Li Mardînê Hewa havînê pir germ dibe. Ji ber vê jî çawa dibe êvar em derdikevin serê xaniyan. Li ser text rûdinên, çaya xwe, qehwa xwe li wê derê vedixwin. Pirî cara em şîvê jî li ser text dixwin. Li aliyekî me Deşta Mezopotamyayê û li aliyekî me jî Kelha Mardînê heye dema em vedizelin jî li stêrkan mêze dikin û di xewra diçin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE