Maria Maltsevaya ji Rûsyayê ji bo tetîlê hat Beleka navçeya Antalyayê li wir aşiqê Veysel Uzumcuyê xebatkarê otelê bû, paşê bû Misilman û bi wî ra zewicî.
Maltsevaya 23 salî bi malbata xwe va 3 sal berê ji bo gerê hat Tirkiyeyê û li otela ku lê diman Veysel Uzumcuyê di resepsiyonê da dixebitî nas kir.
Uzumcu û Maltseva bûn heval, ew paşê dîsa hat Tirkiyeyê dînê Îslamê, edet û çanda welêt hîn bû, bi daxwaza xwe bû Misilman.
Piştî ku Maltseva bû Misilman ew zewicîn û li otelekê daweta xwe kirin ku dîmenên xweş derketin holê.
Maltsevayê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand piştî nasîna Veysel wê bêtir Tirkiyeyê hez kiriye û ew kêfxweş e ku li vir dijî.
Maltseva wiha axivî: "Min û Veysel me hevdu li Tirkiyeyê nas kir. Paşê min ser dînê Îslamê lêkolîn kir û ez bi daxwaza xwe bûm Misilman. Em niha jî zewicîn, ez pir kêfxweş im."
Uzumcu jî behsa nasîna hev kir û wiha got: "Wê demê ez li otelê di resepsiyonê da dixwebitîm. Me wisa hevdu nas kir. Marîa dîsa vegeriya welatê xwe. Paşê em li ser medyaya civakî axivîn. Me hevdu baş nas kir û dilê me ket hevdu. Marîa bû Misilman û ew zewicîn."
Zubeyîr Uzumcuyê bavê Veysel jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got aqubet serê hemû ezeban be.
AA