Ji ber ku rûyê Gola Çıldırê cemed girtiye zivistanan girtina masiyan zor û zehmetî ye. Masîgir ji bo masiyan bigrin pêşî cemedê dişkînin û torên xwe diavêjin piştî rojekê jî torên xwe yên tijî masî bûne berhev dikin û dibin malê.
Gola Çıldırê di navbera Kars û Ardahanê de ye. Gelek welatî ji Gola Çıldırê masiyan digirin û bi vî awayî debara xwe dikin.
Lê bi hatina zivistanê li ser golê cemed çêdibe û ji bo masîvanan kar û bar bi zehmetî dimeşe.
Welatiyê masîgir got,”Bi taybetî di mehên çile û sibatê de em bi vî awayî masiyan digirin. Digel sir û seqemê em serê sibê zû tên virê, cemedê qul dikin, toran davêjin û masiyan digirin.”
Masîgir di cemedê de qulikan vedikin, torên xwe diavêjin û heta masî werin lê guhdarî dikin.
Dema tor bi masiyan tijî dibin wan berhev dikin. Pişt re jî toran cardin diavêjin qulikan.
Hinek zehmet e lê masîgir di zivistanan de îdareya mala xwe bi vî awayî dikin.