Masiyên Wanê her tim ji bo ku xerz an jî bizrên xwe deynin, ji ava Behra Wanê derdikevin û diçin li çeman xerzên xwe datînin. Wênegir ji bo ku van dîmenan bikişînin li dora çeman digerin. Xerzên masiyan li tevahiya çem belav bûne.
Masiyên Wanê ji behra Wanê derdikevin û diçin nav çeman. Li ava vexwarinê ya çeman xerzên xwe vala datînin.
Xerz an jî bizrên masiyan ji ava çem dadikeve xwarê û bi keviran ve xwe digire. Piştî çend hefteyan ji nav xerzan ferxikên masiyan derdikevin.
Dîmenên xerzan bala gelek wênegiran dikişîne û ji bo wê ew jî tên herêmê.
Masî her sal di meha gulanê de heman koçê dikin.