Masiyên Çemê Haburê

Masîgirên Beytüşşebapê masiyên qirase digrin û pê debara xwe dikin...

Masiyên Çemê Haburê

Li Beytüşşebapa ŞIrnakê, masîvan bi salan e debara xwe li ser Çemê Haburê bi girtina masiyan dikin. Li Beytüşşebapê hewa gelekî sar e lê ev yek ji masîvanan re nabe asteng.

Li Beytüşşebapa Şırnakê, hewa di binê sifirê de 18 pile ye û gelekî sar e.

Lê ligel sir û seqemê jî masîvan li ser Çemê Haburê masiya digrin.

Masîvanên Beytüşşebapê, bişev torên xwe amade dikin û diavêjin çêm.

Destê sibehê jî masiyên ku li torê aliqîne digrin û li dezgehên navçeyê difroşin.

Masîvan dibêjin, bi salan e ku em debara xwe bi masîvaniyê dikin, ji ber ku tehma masiyên Çemê Haburê jî xweş e welatî eleqeyeke zêde nîşan didin û dikirin.

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2020, 12:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE