Bi tonan masiyên încî kefalî yên ku di Gola Erçekê da dijîn ji bo xerzên xwe daynin, ber bi avên çeman da koç dikirin di coyê da asê man û bi midaxeleya ekîban hatin xilaskirin.
Qefaltina masiyên încî kefalê yên li Wanê ji ber heyama danîna xerzên xwe di navbera 15 nîsanê û 15ê tîrmehê da qedexe ye û ji bo parastina wan Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Bajêr, Fermandariya Parastina Qeraxê, cendirme û ekîbên ewlehiyê xebatên xwe didomînin.
Ekîb li ser karê xwe ne him li der û dora Gola Wanê û ya Erçekê û him jî li ser çemên masî koç dikinê di nobetê da ne.
Nêzî 3 ton masiyên încî kefaliyên ji bo ber bi çeman va herin ji Gola Erçekê derketibûn di coyekê da asê man. Ekîbên eleqedar, zarok û şêniyên taxê ji bo xilaskirina masiyên di coyê da asê mane hewl dan.
Satilên bi masiyan tijîkirî birin û berî ava nêzî 2 kîlometre dûrî coyê bû, dan.
AA