Masiyên di golê de dimirin

Ekîba qeymeqamiyê ji bo lêkolînê ji masiyan û avê nimûne girtin

Masiyên di golê de dimirin

Li Siwerega Rihayê li gola Haci Xidir gelek masî mirin. Qeymeqamî û Midûriya çandinî û Daristanan ji bo lêkolînê ekîb şandin cihê bûyerê. Ekîban ji masî û ava golê numûne girtin. Piştî lêkolînan wê sedema mirina masiyan diyar bibe.

Gola Hecî Xidir li Siwerega Rihayê ye. Îsal ji ber hişkesaliyê ava golê kêm bû.

Di rojên dawî de şivanan dît ku masiyên di nav golê de dimirin. Wan jî xeber dan qeymeqamiyê.

Qeymeqamî û Midûriya Çandinî û Daristanan ji bo lêkolînê ekîbek şand cihê bûyerê.

Ekîban li derdora golê lêkolîn kirin û ji ava golê nimûne girtin.

“ji ber ku îsal baran nehat û hewa germ bû ava golê kêm bû. ji ber vê yekê oksîjena di nav avê de hindik ma. ez texmîn dikim sedema mirina wan jî kêmasiya oksîjenê ye."

Ekîb di laboratuvarê de wê li ser avê lêkolînê bike. Pişt re wê sedema mirina masiyan diyar bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE