Maske dan ber rûyê golikê xwe

Welatiyên ku golikê xwe birin beytar maske dan ber dev û pozê wî

Maske dan ber rûyê golikê xwe

Gelek kes hene ku guh nadin tevdîrên li dijî koronavîrûsê. Lê hin kes hene him ji bo xwe him ji bo heywanên xwe tevdîran distînin. Welatiyên ku golikê xwe birin beytar maske dan ber dev û pozê wî.

Li Karsê welatiyên ku li ser tevdîran hesas tevdigerin, heywanên xwe jî ji bîr nekirin.

Tellibey, tev xanima xwe Songulê golikê xwe bir beytar.

Hersê bi hev re li erebeya xwe siwar bûn û berê xwe dan bajêr.

Malbatê him maske da ber rûyê xwe û him jî dan ber rûyê golikê xwe..

Piştî ji beytar derketin, li erebeya xwe siwar bûn, dîsa bi maskeyan berê xwe dan gundê xwe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE