Maskeyên ku jinên Şemzînanî çêkirin hatin belavkirin

Maskeyên ku qursiyerên jin ên Navenda Piştgiriya Malbatê ya li navçeya Şemzînanê di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da çêkirin hatin belavkirin.

Maskeyên ku jinên Şemzînanî çêkirin hatin belavkirin

10 jinên ku li navenda li Taxa Modayê qursê dibînin rojane hezar maskeyan çêdikin û piştgiriyê didin pêkanîna hewcehiya maskeyan a navçeyê.

Qaymeqam Yakup Guven, Şaredar Tahîr Sakli û Midûrê Ewlehiyê Murat Evren jî maske belavî esnaf û welatiyan kir û hişyarî dan ku guh bidin tevdîrên vîrusa koronayê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE