Li Ahlata Bitlisê, masîgir li Gola Nazikê ya qeşagirtî masiyan digrin. Qeşaya 30 santîmetreyî bi tevr û bêran dişkênin û torên xwe diavêjin.
Li Ahlata Bitlisê, zivistanan gola Nazikê qeşa digre. Welatî jî diçin qeşaya 30 santîmetreyî dişkênin û masiyan digrin.
Ev yek kar û barekî gelek zehmet e. Masîgir serê sibê tên bi tevr û bêran qeşayê dişkênin, torên xwe diavêjin û roja din tên masiyên ketine torê derdixin.
Ger welatî zêdetir masiyan bigirin, wan difroşin û bi vî awayî debara mala xwe dikin.