Mûcîzeya Eshabê Kehf

7 Ciwanên bawermend di şikeftê de 309 salan razan

Mûcîzeya Eshabê Kehf

Prof.Dr. Tanrıverdi got Sûreya Kehf şikefta Diyarbakırê nîşan dide.

Qurana pîroz di Sûreya Kehfê de behsa mucîzeya Eshabê Kehf dike. Xwedê, 7 ciwanên bawermend 309 salan di şikeftê de kirin xewê. Manewiyata çîroka Eshabê Kehf ji bo misilmanan û xiristiyanan pir girîng e. Loma li ser 33 şikeftên Eshabê kehf nîqaş heye. Ligor lêkolînên Zanîngeha Dîcleyê şikefta Eshabê Kehf li navçeya Lice ye. Prof.Dr. Hasan Tanrıverdî got: Îşaretên ku Quran dibêje, hemû delîl şikefta gundê dêrqamê nîşan didin.

Xwedê teala di sûreya kehfê de bi hûrgilî behsa çîroka eshabê kehf dike.

7 Ciwanên bawermend ji bo îmana xwe ya rast û îtîqada xwe biparêzin hicret kirin û 309 salan di şikeftê de razan.

Li ser rûyê erdê 33 şikeft wek a Eshabê kehf hatine qebûlkirin. Li Tirkiyeyê jî li Mêrsîn, Mereş û Îzmîrê şikifta Eshabê Kehf heye.

Akademisyenê Zanîngeha Dîcleyê Prof.Dr. Hasan Tanriverdî li ser mucîzeya Eshabê Kehf lêkolîneke berfireh kir.

Şikefta eshabê kehf li navçeya Lice li gundê Dêrqamê ye.

Ji ber erdhejê şikefta Eshabê Kehf xesar dîtiye. Lê belê hikûmdarê bi navê Melîkê Adil aliyekî şikeftê bi keviran çêkiriye.

Wezîr, fermandar û rayedarên bawermend li hemberê pûtperestiyê serî radikin û bajêr diterikînin.

6 Ciwan zêdetirî 20 kîlometreyan dimeşin û li gundê Dêrqamê rastî şivan Yemlîxan tên.

Şivan Yemlîxan tevî kûçikê xwe Qutmîr tevlî wan dibe û 7 ciwan dikevin şikeftê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE