Meaşek îkramiye dan karkerê bi govendê kolan paqij dikir

Şaredarê Akdenizê Mustafa Gultak karker li meqama xwe qebûl kir û pê ra govend gerand

Meaşek îkramiye dan karkerê bi govendê kolan paqij dikir

 Li Mersinê karkerê paqijiyê yê 60 salî yê ku dîmenên wî yên hem bi rîtma muzîka daweta li kolanê govend gerand hem jî hawirdor dimalaşt di çapemeniya civakî da belav bûn bi meaşek îkramiyeyê hat xelatkirin.

Dîmenên Saît Îsnaçê li Şaredariya Akdenizê peywirdar e yên dema ku li Taxa Şevket Sumerê ji aliyekî va kolanê dimale aliyê din va jî li ber muzîka daweteke li kolanê govendê digerîne li ser çapemeniya civakî hatin belavkirin û gelekî hat ecibandin.

Şaredarê Akdenizê Musfata Gultakê ku dîmen temaşe kirin Îsnaç vexwende meqama xwe, meaşek îkramiye dayê û pê ra govend gerand.

Gultak diyar kir kêfxweş e ku Îsnaç ji karê xwe hez dike û wiha axivî: "Mamê me Saît ji karê xwe hez dike, çiqas jî nefsbiçûk e. Şaredartiya dilan jî wiha ye. Em wisa fikirîn ku heke mirov ji karê xwe hez bikin dê ji kolan û mirovan jî hez bike. Bi rastî jî ez pîroz dikim. Wir hem kêfê dike hem jî peywira xwe dike. Heta ku wiha be dê li her derê navçeya me paqij be, welatî jî kêfxweş bin."

Mustafa Gultak got ku gelekî kêfa wî ji dîmenan ra hat û wiha axivî: "Min gelek caran dîmen temaşe kirin, gelekî jî keniyam. Maşallah zehf xweş jî dilîze."

Saît Îsnaç jî got ku ji karê xwe hez dike, kêfa wî gelekî jî govendê ra jî tê.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 18:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE