Meftuneya xwarina Diyarbekirê dibe tehma sifreyên remezanê

Diyarbekira bi berhemên di Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da cî digrin, meqamên pêxemberan û tirbeyan va bala ziyaretvanan dikişîne bi xwarinan jî eleqeyê dibîne.

Meftuneya xwarina Diyarbekirê dibe tehma sifreyên remezanê

Diyarbekira bajarê dîrok, çand û şaristaniyan di heman demê da xwediyê çanda tehmên rengîn e. Meftuneya xwarina bajêr bi dîmen, tehm û bîna xwe va balê dikişîne û tehmê dide dev û diranan.

Diyarbekira bi berhemên di Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da cî digrin, meqamên pêxemberan û tirbeyan va bala ziyaretvanan dikişîne bi xwarinan jî eleqeyê dibîne.

Li bajêr parxanên tijîkirî, kibaba cegerê, tolme, kiftik, kutilk, qedayîf, penerê çîçal, sac tawe, ava sûsê, xilorîk, mehîr, birincê bibehîv, babaganuç, meftune û gelek tehmên cuda hene.

Meftuneya zivistanê bi kundir, biharê bi kerengê û havînê bi belîcanan tê çêkirin di remezanê da jî dibe xemla sifreyan.

Meral Akkayaya hîndekara Enstîtuta Têgihîştinê ya Diyarbekirê diyar kir ku li enstîtuyê wezîfeya hîndekariya hostetiyê dike.

Akkayaya got li Sûra navçeya bajêr derî derî geriyan û terîfên xwarinan ji welatiyan kom kirin û pê pirtûk amade kirin.

Akkayayê destnîşan kir ku beriya koronayê li bajêr sifreyên qerebalix dihatin danîn, meha remezanê ji bo malbat û merivan meha yekbûyînê ye.

Akkayayê got li Diyarbekirê sifre bêyî meftuneyê nabin û wiha pê da çû:

"Meftune zivistanê bi kundir, biharê bi kerengê û havînê bi balîcanan tê çêkirin. Bi goşt an bê goşt tê çêkirin. Dibê teqez sîr û sumaq têkevê. Di remezanê da jî sifre bê meftuneyê namînin."

Akkayayê got kereng bi qît e komkirina wê bi zehmet e û wiha axivî: "Kêm û zêde di nav 20 rojan da kereng tê komkirin û dema wê derbas dibe. Li herêma me ji kerengê her cure xwarinê çêdikin."

Akkayayê got "Me meftuneya kerengê bê goşt çêkir" û wiha pê da çû:

"Kengeran dişon û qîtan safî dikin. Salçeyê û sîrê diavêjin nav rûn û diqelînin. Paşê ava sumaqê lê zêde dikin. Dema tam li nav hev dikeve jî kerengê berî ser didin. Bi qasî 20 deqîqeyî dikele û paşê tê xwarin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE