Meha rojiyê bêyî şerbeta remezanê nabe

Meha rojiyê bêyî şerbeta remezanê nabe

Di meha rojiyê de şerbeta remezanê zêdetir tê çêkirin û vexwarin. Li ser sifreyan cihê şerbetê her tim heye.

Sifreyên fitarê bêyî Şerbeta Remezanê nabin.

Etar Rahmi Aygül bi salan e ku li Tetwana Bilîsê giya û dermanan difroşe.

Wî ji TRT Kurdiyê re behsa çêkirina şerbeta Remezanê kir.

Ew dibêje ji bo çêkirina şerbetê darçîn, hîbîskus, tû û leymon lazim in.

Rahmiyê Etar dibêje ger mirov bi şerbetê fitara xwe bike heta paşîvê rihet dibe.

Şerbeta Remezanê ji bo sihet laşê însan jî baş e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE