Mehkûmê berê bi piştgiriya dewletê rêncberiyê dike

Mehkûmê berê bi piştgiriya dewletê rêncberiyê dike

Li Elezîzê Mustafa Bîlîk ji ber sûcê ku kir, 8 salan di girtîgehê da ma û paşê texliye bû û vê gavê jî bi piştgiriya hîbeyê ya dewletê va dest bi rêncberiyê kiriye.

Di pergala înfazê ya modern a ku Wezareta Edaletê kiriye rewacê da fealiyetên perwerde û qenckirinê ji unsûrên jêneger in. Ev fealiyet mehkûm û girtiyan ji sûcan dûr dixin û wan dixin xwedî pîşe ku piştî texliyebûnê ji civakê dûr nekevin û jiyana xwe berdewam bikin.

Ji mehkûmên berê yên ku ji van fealiyetên qenckirinê îstifade kirine yek jê jî Mustafa Bîlîk e ku li gundê Çakirkaşê yê li ser navçeya Kovancilarê dijî.

Bîlîkê bavê 3 zarokan par bi serbestiya kontrolî ji hebsê derket û demekê kar nedît. Paşê ji bo ku ji piştgiriya hîbeyê ya ku Wezareta Edaletê seba mehkûmên berê kir rewacê mifadar bibe, serî li projeya "Astengdar û Mehkûmên Berê yên ku Karê xwe Ava Dikin" da. Midûriya Giştî ya Ceza û Malên Tewqîfê û ÎŞKUR bi hev ra wvê projeyê dimeşîne.

Di çarçoveya projeyê da Bîlîk 27 pez kirî û ev pez xwedî kirin û pezê wî za û bûn du qatî.

Armanca Bîlîk ew e ku bira pezê xwe zêde bike.

Serdozgerê Komarê yê Elezîzê Osman Kose daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, pergala Hiqûqa Înfazê ya Cezayê Tirk ne tenê cezakirina sûcdaran e, digel vê armanca pergalê ew e ku mehkûmên berê rehabîlîte bike û û wan cardin bi civakê bide qezenckirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE