Menderesên li Karsê

Li Qersê ji helîkopterê dîmena menderesan hat kişandin

Menderesên li Karsê

Li Qersê piştî ku dinya germ bû û ava belekiyan heliya, menderes çêbûn.

Li navçeya Arpaçayê menderesên ku di nava zeviyên ku bi hatina biharê ra hêşîn bûne da fetl û geran didin xwe û diherikirin, dîmenên rengîn derdixin holê.

Li herêma ku ji hêla av û nebatan va dewlemend e, dîmena menderesan ji helîkopterê hat kişandin.

Menderes bi dîmena xwe ya sipehî ya digel keriyên pez û her wiha garanên dewaran va li benda ziyaretvanan in.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE