Menderesên Qersê her demsal merivan cezb dikin

Menderesên Qersê her demsal merivan cezb dikin

Li Qersê menderesên ku ji robaran çêdibin, her demsal bi xweşikahiya xwe ya siruştî va ziyaretvanan cezb dikin.

Li navçeyên Arpaçay û Selîmê robrên ku zivistanê ji nava berfê ra diherikin, payîzê jî di nav tonên rengên zer û kesk da weki maran in herêmê xweş dikin.

Li herêma ku çîmen û kaniyên wê hene, pez û dewar der dora menderesan di mêrgan da diçêrin û dîmenên xweş dertên holê.

Kesên ku ji siruştê hez dikin jî van rojên ku destpêka payîzê ne, tên herêmê hem ji xwe ra digerin û hem jî wêneyên siruştê dikişînin.

Menderesên ku diherikin û wekî fetlokan in, ji hewa va bi droneyê hatin kişandin.

Omer Tarsusluyê ku seba gerê hat Arpaçayê, ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew cara ewil tê herêma menderesan û kêfa wî pir bi vê derê ra hat.

Tarsuslu diyar kir ku meriv dema tê herêmê bedena meriv rehet û hêsayî dibe û wiha dewam kir:

"Ez îro seba gerê hatin navçeya Arpaçayê. Min ev der bi tesadufî dît, vê derê gelekî nêzî navçeyê ye jî. Ev der pir xweş e û robarekî wê yê ku ji nav gundan ra wekî maran diherike, heye. Dîmena wê pir xweşik e. Meriv bi saetan jî li vê derê be, jê aciz nabe."

Ji gundiyan Recep Kurtbaş jî diyar kir, ziyaretvan timî tên qada ku menderes lê hene û wiha dewam kir, "Bi taybetî jî dawiya hefteyê gelek kes tên vê derê, li van deran digerin, geştê dikin. Ji bo kişandina wêneyan jî pir tên, lewra siruşta vê derê pir xweş e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE