Meşa ciwanan a li qadên dîrokî

Koma ciwanan çû serdana Keleha Finikê û Medreseya Feqiyê Teyran.

Meşa ciwanan a li qadên dîrokî

Li Şirnexê bi pêşengiya Klûba Bisiklêt û Sirûştê ya Nûh, komeke 50 ciwanî ji bo Keleha Fînîkê û Medreseya Feqiyê Teyran geşt û ger li dar xistin. Ciwan çûn serdana Keleha Fînîkê ku xwediyê dîrokeke 6 hezar salî ye, li medreseya Feqiyên Teyran ku nûnerê Edebiyata Tesewûfê ye geriyan.

Piştî ku berf heliya sirûşt şîn bû, gel dest bi geşt û geran kir.

Li Şirnexê bi pêşengiya Komeleya Bisiklêt û Sirûştê gera qadên sirûştî hat lidarxistin.

50 ciwan çûn serdana Keleha Fînîkê û Medreseya Feqiyê Teyran.

Keleha Fînîkê xwedî dîrokeke 6 hezar salî ye û hêjayê dîtinê ye.

Û Medreseya Feqiyê Teyran...

Feqiyê Teyran di warê edebiyata tesewûfê de xwedî cihekî girîng e û feylesofê Kurd e.

Ew têra dilê xwe li van cihên dîrokî geriyan.

Ciwanan bi hev re govend gerandin, stran gotin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE