Li Kolika Semsûrê mîhrîcana behîvan hat lidarxistin. mîhrîcana ku cara ewil çêbû eleqeyeke mezin dît. welatî û mêvanên ku çûn mîhrîcanê , him kêf kirin, him jî li deverên dîrokî û qedîm geriyan.
Bi hatina biharê re Kolika Semsûrê bi kulîlkên behîvan spî bû.
Li navçeya ku bi behîvên xwe navdar e, cara ewil “Mîhrîcana Behîvan” hat lidarxistin.
Mîhrîcanji xeynî gera bexçeyên behîvan, bi xwarinên bi behîvan, konser û çalakiyên cuda rengîntir bû
Mêvanên mîhrîcanê, piştî bernameyê derketin ser Çiyayê Nemrûdê û li cihê dîrokî geriyan.