Evdirrehman Karacayê 50 salî, li Îskenderuna Hatayê hînî çêkirina şelxemê bû, niha jî li kolanên Midyadê difroşe. Bi taybetî jî ciwan gelekî jı tehma ava şêliman hez dikin.
Vexwarina ava tirşiyan û şelxemê zêdetir li Edene û Hatayê navdar e.
Xwediyê vê dezgehê Evdirrehman Karaca jî li wan deran hînî çêkirina ava şêlîman bûye û niha li Midyada Mêrdînê difroşe.
Li kolaneke qerebalix di erebeyê de şelxema ku bi xwe çêdike, difroşe.
Him xwarinên li derve zêdetir bala mirovan dikşînin him jî tehma şelxema hostayê Midyadî gelek xweş e.
Ji ber vê yekê jî ber tezgehê wî her tim tijî ye.